Li Kîeva paytextê Ukraynayê şev bi pevçûnan derbas bû

Li Kîeva paytextê Ukraynayê şev bi pevçûnan derbas bû

Piştî êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê yekîneyên Rûsyayê li kuçeyên Kîevê hetanî ber destê sibê bi hêzên Ukraynayê ra ketin pevçûnê.

Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy hişyarî da ku şevê zor derbas bibe, dibê Kîev neyê derkirin piştî vê li bajêr bi piranî li taxan hetanî ber destê sibê dengê sîlahan hat.

Welatiyan dîmen weşandin û di dîmenan da dengê teqîn û pevçûnên hêzên Ukraynayê û Rûsyayê tê bihîstin.

Hat gotin ku yekîneyên Rûsyayê hewl dan bi pevçûnê têkevin Kolana Serfiraziyê ya li rojavayê Ukraynayê.

Serwêsa çapemeniyê ya Hêzên Beja yên Ukraynayê jî diyar kir ku ji saet 04.08an pê va berî yekîneyan dan û rewş normal e.

- Li herêma rawestgeha trênê dengê sîlahan

Hat ragihandin ku li texma Troyeşçina ya rawestgeha trênê û santrala termîkê lê ne jî dengê sîlahan tê.

Dîsa hat ragihandin ku ji Kolana Bogdan Hmelnitskiyê li navenda Kîevê jî dengê sîlahan tê.

Hat destnîşankirin ku li Vasilkiva wargeha sivîlan jî dengê pevçûnan tê.

Şaredara Vasilkivê Natalya Balasinoviçê daxuyanî da ku eskerên Rûsyayê bi paraşûtê daketin herêmê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE