Li Kızıltepeyê bi pêşengiya xanima qeymeqam huseyin çam, 15 jinan dest bi çandina tûfrengiyan kir. Li erdekî bi qasî 20 donimî, tûfrengî hatin çandin ku ew ê li bazaran werin firotin.
Xanima qeymeqamê Kızıltepeyê Dilek Çamê, pêşengî kir û 15 jin hatin cem hevdu.
Bi saya xebata wan, li ser erdekî 20 donimî 100 hezar şitlên tûfrengiyê hatin danîn.
Projeya çandiniyê bi destê şaredarî û yekîtiya ewropayê tê meşandin.
Piştî ku fêkî dan, wê tûfrengî li bazaran ji aliyê jinan ve werin firotin.
Bexçeyê tûfrengiyê yê mezopotamyayê bi tevlîbûna qeymeqam Hüseyin Çam hat vekirin.
“ Bi taybetî di sala 2021an de em ê bibînin ew bexçeyên tûfrengiyan çiqas li herêma me tên. şitlên ku me danîne li hemberî germa havînê qehîm in.”