Li KKTCê hilbijartina serokkomariyê ma tura duyemîn

Li KKTCê Serokwezîr Ersîn Tatar û Serokkomar Mustafa Akinci, di hilbijartina serokkomariyê de mane tura duyemîn.

Li KKTCê hilbijartina serokkomariyê ma tura duyemîn

Li Qibrisa Bakur a Tirkî (KKTC) ji ber ku ti namzêdekî ji sedî 50yê dengan nesitand, hilbijartina serokomariyê ma tura duyemîn.

Li gorî daneyên nefermî yê Lijneya Bilind a Serokkomariyê ku BRTya qenala televizyonê ya KKTCê ragihandin, piştî ku saet 18.00ê pêvajoya dengdanê qediya, hejmartina dengan destpê kir û ji sedî 98,64ê sindoqan vebûn.

Li gorî wê kesî ji sedî 50yê dengan nesitand. Ersîn Tatar ji sedî 32,45ê dengan û Mustafa Akinci jî ji sedî 29,76ê dengan sitend. Dê herdu namzêd 18ê cotmehê di tura duyemîna hilbijartina serokkomariyê de pêşbirkê bikin.

Di hilbijartinên serokkomariyê yên KKTCê de 7 ji wan serbixwe bi giştî 11 namzêdan pêşbazî kirin.

198 hezar û 867 hilbijêrên tomarkirî di 738 sindoqan de deng avêtin.

Gelê Tirk ê Qibrisê ji sala 1974an ve cara 10an ji bo hilbijartina serokkomar çûn ser sindoqan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE