Li KKTCyê ji bo tûra duyem a hilbijartina serokkomariyê dengdayînê dest pê kir

Li KKTCyê ji bo tûra duyem a hilbijartina serokkomariyê dengdayînê dest pê kir

Li Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC) gel ji bo tûra duyem a hilbijartina serokkomariyê deng dide.

Gelê Tirk ê Qibrisê ji bo neqandina serokkomarê ku wê 5 salan wezîfeyê bike, ji saet 08.00î pê va diçe ser sandoqan û deng dide.

Di tûra duyem da Ersîn Tatarê namzedê serokkomariyê yê Partiya Yekîtiya Neteweyî (UBP) û Serokwezîr û Mustafa Akinciyê namzedê serokkomariyê yê serbixwe û Serokkomar ketin pêşbaziyê.

Di tûra ewil a ku 11ê cotmehê hat kirin da Tatar ji sedî 32,34ê dengan va bû yekem, Akinci jî ji sedî 29,80yê dengan va bû duyem.

Ji ber ku tu namzed ji sedî 50yê dengan hilneda, nebû serokkomar û hibijartin ma tûra duyem.

Dengdayîn wê heta saet 18.00î dewam bike û 199 hezar û 29 hilbijêrên qeydkirî wê li ser 738 sandoqan reya xwe bavêjin.

Piştî ku dengdayîn kuta bû, jimartin wê dest pê bike û tê payîn ku encam di saet 20.00î da eşkere bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE