Li Kolombiyayê di baran û lehiyan da 45 kes mirin

Li Kolombiyaya welatê Amerîkaya Başûr di baranên gur û lehiyan da 45 kes mirin.

Li Kolombiyayê di baran û lehiyan da 45 kes mirin

 Li Kolombiyaya welatê Amerîkaya Başûr di baranên gur û lehiyan da 45 kes mirin.

Li gor nûçeyên çapemeniya welêt, Yekîtiya Rêvebiriya Afat û Rîskê ya Neteweyî (UNGRD) ragihand, ji destpêka sezona baranê heta niha li gelek herêmên welêt çeman ser ra avêt û hezaz çêbûn.

Li piraniya welêt baraneke gur dibare û lehî rabûn, di lehiyan da 45 kes xeniqîn, her wiha 23 kes birîndar bûn û 3 kes jî winda bûn.

Tesîra lehiyê li ser 3 hezar û 451 malbatan kir û 36 hezar kes jî hatin texliyekirin.

Baran herî zêde li eyaletên Kolombiyayê yên Antioquia, Valle del Cauca, Narino, Huila û Cundinamarcayê barî.

Rayedaran bangî gel kir ku ji ber sezona baranê dûrî çem, robar û cewan bisekinin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE