Li Kolombiyayê ji serê adarê vir va li tevahiya welêt baranên gur dibare û hezaz çêbû. Di baran û hezazan da 80 kes mirin, 10 kes winda bûn.
Li gor rapora dawîn a Yekeya Rêvebirina Rîska Afatê ya Neteweyî (UNGRD), herî zêde li herêmên Cundinamarca, Antioquia û Santanderê barana gur barî û hezaz çêbûn.
Ji meha adarê heta niha di barana gur û hezazan da 80 kes mirin, 10 kes jî winda bûn.
Bi tevahî li 418 bajarokan ji ber baranê xesarên mezin çêbûn.
Li herêmên navborî ji ber baran û hezazê 16 hezar û 295 malan xesar hilda.
Li gor raporê 730 rêbej, 72 pire, 37 rêyên rêwiyan, 90 kemberên avê, 37 kanalîzasyon, 108 saziyên perwerdeyê û 7 navendên tenduristiyê zirar dîtin.
Li Kolombiyayê her sal piştî baranên gur lehî radibe û hezaz çêdibe. Di lehî û hezazan da gelek meriv dimirin, xesarên mezin çêdibin.
AA