Li herêma Rîsaraldayê ya Kolombiyayê ji ber barana gur hezaz çêbûn 14 kes mirin, 35 kes birîndar bûn.
Li bajarên Dosquebradas û Pereirayê yên li ser Risaraldayê ji ber baranê lehî çêbûn, kuçe û kolan bi heriyê tije bûn.
Rêvebiriya Rîsk û Afatê ya Neteweyî ya Kolombiyayê daxuyand di hezazên çêbûn da 14 kes mirin, 35 kes birîndar bûn û kesek jî winda bû.
Tîmên agirkujê û esker piştgiriyê didin xebatên lêgerîn û xelaskirinê.
Şaredarê Pereirayê Carlos Maya daxuyand ew alîkariyê digîhînin gelê herêmê û xebatên texliyeyê dewam dikin.
Li Kolombiyayê ji ber baranên gur her sal lehî û hezaz çêdibin û gelek kes dimirin.
AA