Li Kolombiyayê firokeya eskerî ji radarê winda bû

Li Kolombiyayê bi firokeya hêzên hewayê ya 6 esker tê da bûn ra têkilî hat birîn

Li Kolombiyayê firokeya eskerî ji radarê winda bû

Li Kolombiyayê bi firokeya hêzên hewayê ya 6 esker tê da bûn ra têkilî hat birîn.

Di daxuyaniya Hêzên Hewayê ya Kolombiyayê a hat diyarkirin ku firokeya Bell 412 a Serokatiya Dewletê dixebitand li herêma rêveberiya Cundinamarcayê ya li nava welêt ji radarê derket û winda bû.

Di daxuyaniyê da hat destnşankirin ku herî dawîn li tanga girê Monasterîoyêya li jora bajarê Albanê bi firokeyê ra têikî hat danîn ji bo wê jî li heman herêmê dest bi xebetên lêgerîn û xilas kirinê kirin. Hat diyarkirin ku di firokeyê da 2 pîlot, 4 teknisyen bi tevahî 6 esker hebûn û haya malbatên wan pê xistin.

D daxuyaniya hêzên hewayê da bal kişandin ku hê negihîştin firokeyê yan jî enkaza wê.

Di xeberên çapemeniya welêt da jî hat gotin ku heman firoke di ziyareta Papa Franciscusê Serokê Dewleta Vatîkanê ya 2017an da ji wî ra hatibû texsîskirin.

Di xeberan da hat gotin ku Juan Guaîdoyê Serokê Meclisa Neteweyî yê xwe li Venezuelayê wekî serokê dewletê yê berwext îlan kiribû û serê salê bi qaçaxî derbasî Kolombiyayê bibû jî li nav welêt bi heman firokeyê seyahet kiriye.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE