Li Kolombiyayê di hezaza ku ji ber barana gur çêbû da di enqaza kulûbeke şevê ya di bin axê ma da 7 kes mirin, 12 kes birîndar bûn.
Li bajaroka Cachîrîmeya li ser herêma birêvebiriya Antioquiaya li başûrê rojavayê Kolombiyayê ji ber barana gur hezaz çêbû û kulûbeke şevê di bin hezazê da ma.
Rayedaran ragihand ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin û ji enqazê cesedê 7 kesan hat derxistin û 12 kes jî birîndar bûne.
Waliyê Antioquiayê Anîbal Gavîrîa jî di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ji ber barana gur li herêmê rewşa acîl îlan kirin û got ku xetereya hezazê dewam dike û ji welatiyan xwest ku bila baldar bin.AA