Li Kolombiyayê teqîn: 8 mirî

Li Kolombiyayê li herêma xwecîhan teqîn çêbû û 8 kes mirin

Li Kolombiyayê teqîn: 8 mirî

Li Kolombiyayê li herêma xwecîhan teqîn çêbû û 8 kes mirin. 

Li gor nûçeya çapemeniyê teqîn li bajarê Daguya rojavayê welêt ya ku piranî kesên xwecî lê dijîn çêbû. 

Li welêt gelek bajarên welatiyên xwecih ev demeke çalakiyên protestoyê li dar dixin. 

Teqîn jî di dema ji bo piştgiriyê ku alîkariyê bidin çêbû. Di teqînê li gor agahiyên ewil herî kêm 8 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn. 

Berpirsiyarê Yekîtiya Rêveberiya Rîsk û Afetê Neteweyî (UNGRD) Jesus Copete îdia kir ku teqîn kana madenê çebûye. 

Şaredarê Daguayê Guîllermo Giraldo jî li ser vê got ku li herêmê tu kanên madenê tune ne. 

Li Kolombiyayê ji bo pêşveçûna çandiniyê qanûnek wê bê derxistin. Welatiyên xwecih jî dixwazin ew jî daxilî vê pîlanê bikin û hin daxwazan dikin. Ji ber vê welatiyên xwecih ev demek e li welêt bi navê "mînga"yê çalakiyên protestoyan li dar dixin. 

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Adar 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE