Li Komara Afrîkaya Başûr di 24 saetên dawîn da bi 1461 kesên din ra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin û jimara waqieyan derket 705 hezar û 254an.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Komara Afrîkaya Başûr li welêt di 24 saetên dawîn da 21 kes ji ber Kovîd-19ê mirin.
Li welatê ku jimara mirinên ji ber vîrusê 18 hezar û 492 ye jimara waqieyan 1461 zêde bû û derket 705 hezar û 254an.
Li Komara Afrîkaya Başûr heta niha 4 milyon û 565 hezar û 980 test hatin kirin 635 hezar û 257 pêketiyên vîrusê baş bûn.
Herî zêde waqie li herêma Gautengê hat tesbîtkirin û tesbîta waqieyên herî kêm û mirinên kêm li herêma Northern Capeyê çêbû.
Komara Afrîkaya Başûr li Afrîkayê ew welat e ku lê herî zêde Kovîd-19 tê dîtin.AA