Li Komara Tataristanê ya Rûsyayê balafir ket: 16 mirî

Li Komara Tataristanê ya Rûsyayê balafira ku pereşûtbaz tê da bûn ket, 16 kes mirin

Li Komara Tataristanê ya Rûsyayê balafir ket: 16 mirî

 Hat ragihandin ku li Komara Tataristanê ya girêdayî Rûsyayê balafira L-410 modelê ku pereşûtbaz tê da bûn ket û 16 kes tê da mirin.

Li gor nûçeyên çapemeniya Ûris ku xwe dispêrin rayedarên Wezareta Rewşên Acil a Rsûyayê, li Tataristanê nêzî bajarê Mînzeleyê serê sibehê balafirek rabû û demeke kin şûnda ket. Piraniya wan pereşûtbaz 23 kes di balafirê da bûn.

Li gor tesbîtên ewi 16 kesan di balafirê da can da, 7 kes birîndar bûn.

Ekîbên xelaskirinê şandin cihê bûyerê.

Hat gotin ku balafir ya kulûbeke hewageriyê ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE