Li Kongeraya Amerîkayê ji bo alîkariya Tirkiyeyê şand sipasî hat kirin

Wîlson li Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran a bi dîroktiya Nancy Pelosiyê kom bû ji Tirkiyeyê ra sipas kir û sipasiyê bi awayê fermî di qeyda Kongreyê da cî girt.

Li Kongeraya Amerîkayê ji bo alîkariya Tirkiyeyê şand sipasî hat kirin

Joe Wîlsonê Hevserokê Koma Dostiya Tirkiyeyê ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê ji bo alîkariya ku Tirkiyeyê di têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da ji Amerîkayê ra şand peyama xwe ya sipasiyê li Kongreyê dubare kir û da qeydkirin.

Wîlson li Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran a bi dîroktiya Nancy Pelosiyê kom bû ji Tirkiyeyê ra sipas kir û sipasiyê bi awayê fermî di qeyda Kongreyê da cî girt.

Wîlson destnîşan kir ku Tirkiyeyê wekî mitefîq 2 teyareyên devedevî tijî alîkariya tibî ji Amerîkayê ra şand û wiha got:

"Ev hevkariyeke wisa ye ku di têkoşîna dijî nexweşiyê da ji bo me lazim bû. Ji ber ku dibînim dewletên me bi hev ra dixebitin ez kêfxweş im. Wekî mayîn ez ji Tirkiyeya ku ji 50yî zêdetir welatî ra amûrên tibî û ekîpman şandin ra sipas dikim. Bi awayekî qenc dîtina rêyên xebatê ji bo berjewendiyên hevpar baş e."

Li ser telîmata Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji Tirkiyeyê 2 teyare amûrên tibî şandibûn Amerîkayê, di daxuyaniyan da hatibû diyarkirin ku 500 hezar rûpêç, 400 hezar pêştemal, 2 hezar litre dezenfektan, 500 pêçên parastina serûçavan, 400 rûpêçên 995 û 1500 barçavk di teyareyan da hebûn.

Li Amerîkaya ku gelekî zêde di tesîra Kovîd-19ê da ma ji 2 milyonî zêdetir kes bi vîrusê ketin, 111 hezar û 390 kes jî ji ber vîrusê mirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE