Li Kosovayê gel li ser sandoqê ye

Di hilbijartina giştî ya pêşwext da dengdayînê dest pê kir

Li Kosovayê gel li ser sandoqê ye

Piştî ku Serokwezîr Ramush Haradinaj di tîrmehê da îstifa kir, seba dîroka hilbijartina giştî ya pêşwext îro hat tayînkirin û gel ji bo hilbijartinê ser sandoqan e.

Dengdayînê li gor saeta herêmî di 07.00î da dest pê kir û wê heta 19.00î dewam bike. Li gor daneyên Komîsyona Hilbijartinê ya Navend a Kosovayê li welêt milyonek û 937 hezar û 869 hilbijêr qeydkirî ne û wê li tevahiya welêt ser 2 hezar û 547 sandoqan deng bidin.

20 partiyên siyasî hezar û 67 namzedên parlamenteriyê dikevin hikevin hilbijartinê û têkevin meclisa ku 120 endamên wê hene. Li welêt ji sedî 5 benda hilbijartinê heye.

Di hilbijartinê da nêzî 50 hezarî çavdêr wezîfeyê dikin û di nav da ji Yekîtiya Ewropayê (YE) nûner jî hene.

- Pêvajoya hilbijartina pêşwext

Piştî ku Mehkemeya Taybet a Kosovayê ku navenda wê li Laheyê ye, wek "gumanbar" gazî Haradinaj kir ku were îfadeyê bide, Haradinaj di tîrmehê da ji wezîfeya xwe ya serokwezîriyê îstifa kiribû.

Piştî îstifayê meclis hatibû fesihkirin û biryara hilbijartina pêşwext hatibû dayîn.

Dîroka nûkirinê: 07 Cotmeh 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE