Li Kubayê hejmara kesên di teqîna otelekê da mirin gihîşt 32yan

Li Kubayê hejmara kesên di teqîna otelekê da mirin gihîşt 32yan

Li Havanaya paytextê Kubayê hejmara kesên di teqîna otelê ya 6ê gulanê çêbû da mirin gihîşt 32yan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Gel a Kubayê hejmara miriyan 6 kes zêde bû û gihîşt 32yan, hejmara birîndaran jî bû 80 ku ji wan 15 kes zarok in.

Hat daxuyandin xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin, rewşa birîndarên ku tên dermankirin jê 10 kesan giran e.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî jî 19 kes winda ne, di nav miriyan da jineke ducanî û 4 zarok hene.

- Xwînê bibexşînin

Serokê Dewletê Mîguel Dîaz-Canel duh birîndaran ziyaret kiribû, bi bîr xistibû ku ev ne êrîşeke terorê ye, qezaye û bang kiribû ku welatî xwînê bibexşînin.

Li gor nûçeyên çapemeniya Kubayê di otelê da tadîlat dihat kirin, dema xaz ji boruyan derbas bû teqîn çêbû.

Di otela pêncstêrk ya bi navê Saratogayê da ji ber xazê di 6ê gulanê da teqîn çêbûbû, li gor agahiyên ewil 8 kes miribûn û 13 kes winda bûbûn.

Otela di 1880ê da hatiye çêkirin û ji 1933yan vir va xizmetê dide ji ber Kovîd-19 du sal bû girtî bû, wê di 10ê gulanê da bihata vekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE