Li Lîbyayê biryara KENYê ya ku agirbest dixwest hat qebûlkirin

Îngiltereyê pêşnûma pêşkêşî konseyê kir û tê da daxwaz dike ku li Lîbyayê "agirbesta mayînde" çêbibe. Di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî da seba pêşnûmayê dengdayîn hat kirin.

Li Lîbyayê biryara KENYê ya ku agirbest dixwest hat qebûlkirin

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryara bira li Lîbyayê demildest bê şert û merc agirbest çêbe, hemû alî dawî li peydakirina çekan bînin, guh bidin ambargoya çekan a navneteweyî, bira hemû eskerên peretî yên li welêt vekişin û bira tu welêtên endam midaxaleyî krîzê nekin, qebûl kir. 

Îngiltereyê pêşnûma pêşkêşî konseyê kir û tê da daxwaz dike ku li Lîbyayê "agirbesta mayînde" çêbibe. Di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî da seba pêşnûmayê dengdayîn hat kirin.

Di dengdayînê da 14 welatan piştgirî da biryarê. Rûsya tenê ji gotina bira eskerên peretî vekişin razî nebû û bêbiryar ma û pêşnûma hat qebûlkirin.

Di pêşnûmayê da tê xwestin ku bira li Lîbyayê demildest û bê şert û merc agirbest çêbibe û di heman demê da bangî hemû welatên endamê NYê dike ku peydakirina çekan rawestînin, guh bidin ambargoya çekan a navneteweyî, bira hemû eskerên peretî yên li welêt vekişin û bira tu welêtên endam midaxaleyî krîzê nekin.

Aliyên li Lîbyayê û civaka navneteweyî di 19ê rêbendanê da li Berlîna paytextê Almanyayê beşdarî konferansa ser Lîbyayê bûbûn û di konferansê da banga agirbest û diyalogê hatibû kirin.

Li rojhilata Lîbyayê Xelîfe Hafterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû, digel bagewaziya agirbestê, binpêkirinan didomîne.

Li Lîbyayê di sala 2011an da pêşeng Muammer Qedafî hat kuştin û ji wê demê vir va şerê navxweyî heye û krîza meşrûiyetê derketiye.AA

Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2020, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE