Li Lîbyayê bîloanço giran dibe: 174 kuştî, 756 birîndar

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ragihand ku di pevçûnên li Trablusa paytextê Lîbyayê da heta niha herî kêm 174 kes hatin kuştin, 756 kes birîndar bûn

Li Lîbyayê bîloanço giran dibe: 174 kuştî, 756 birîndar

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ragihand ku di pevçûnên li Trablusa paytextê Lîbyayê da heta niha herî kêm 174 kes hatin kuştin, 756 kes birîndar bûn.

Berdevkê RTDyê Tarik Jasarevîç li Ofîsa Cenevreyê ya NYê di civîna çapemeniyê da li ser bûyerên ku di 4ê nîsanê da li paytext Trablusê derketin û General Xelîfe Hafter xwest paytextê bi dest bixe sekinî.

Berdevk Jasarevîç got ku di pevçûnên li Trablusê da heta niha 14 jê sivîl 174 kes hatin kuştin, 36 jê sivîl 756 kes birîndar bûn.

RTD Lîbyayê jî li ser medyaya civakî daxuyanî da û got ku li nexweşxaneyan zêdetir personelên cerahî hatin wezîfedarkirin.

Ji aliyekî din va li gor Ofîsa Kordînasyonê ya Karên Însanî ya NYê (OCHA), pevçûnên li derdora Trablusê ji duh pê va 18 hezar sivîl ji cî û warên wan kir. Ji bo 6 hezarî alîkariya însanî hat dayîn. 3 hezar penaber jî li herêmê li navendên binçavkirinê tên girtin û ji ber pevçûnan nikarin bilipitin.

Pêşengê hêzên eskerî yên li rojhilata Lîbyayê General Xelîfe Hafter ji bo ku paytext Trablusê bi dest bixe di 4ê nîsanê da fermana êrîşê dabû û li ser vê yekîneyên UMHyê jî operasyona "Burqan el-Xadabê" dabû destpêkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE