Li gor nûçeya ku ajansa ANSAyê ya Îtalyan dispêre malpera înternetê ya “Alarmphone”yê ku seba kesên derbasî Behra Spî dibin piştgiriya alîkariya acil dike, Li peravên Trablusa paytextê Lîbyayê boteke penaberan binav bû.
Masîgirek li Alarmphoneyê geriya û caba bûyera ku li peravên Lîbyayê çêbû dayê û got ku ji koçberan 30 kes hatin xelaskirin, 67 kes xeniqîn.
Li gor gotina şahidan masîgir li gor saeta herêmî dora 17.00î li peravên Trablusê boteke ku hewa jê çûye û derdora wê gelek penaberên ku ketine behrê dît.
Hat gotin ku masîgir ji bo alîkariyê li hêzên Asayîşa Qeraxan a Lîbyayê geriyan, lê negihiştin wan.
AA