"Li Lîbyayê çareseriya tekane çareseriya siyasî ye"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Li Lîbyayê çareseriya tekane çareseriya siyasî ye. Kesên heta niha çareseriya eskerî tercih kirine li qadê têk çûne."

"Li Lîbyayê çareseriya tekane çareseriya siyasî ye"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu daxuyand li Lîbyayê çareseriya tekane çareseriya siyasî ye û wiha got: "Kesên heta niha çareseriya eskerî tercih kirine li qadê têk çûne, bi ser neketine û wê bi ser nekevin jî." 

Çavuşogluyê li Nîameyê di çarçoveya ziyareteke fermî bi Wezîrê Karên Derva yê Nîjerê Kalla Ankourao ra civînek kir, paşê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Wezîr Çavuşoglu got di civînê da Libya di serî da ew li ser mijarên herêmî axivîn û wiha  dewam kir:  "Li Lîbyayê çareseriya tekane çareseriya siyasî ye. Kesên heta niha çareseriya eskerî tercih kirine li qadê têk çûne, bi ser neketine û wê bi ser nekevin jî. Bila fêm bikin ku li Libyayê tekane rêya çareseriyê çareseriya siyasî ye. Rêyeke din tune. BIla bizanibin ku bi rêyeke din ewê negîhîjin tu armancekê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE