Li Lîbyayê derketina derva 10 rojan hat qedexekirin

Wezîrê Tenduristiyê yê UMHyê Uhmîd bîn Omer jî got ku li welêt zêde talûkeya şewbê tuneye, lê welatî derdikevin derva û dicivin, seba vê jî hewceyî bi qedexeya derketina derva ya qismî çêbû. 

Li Lîbyayê derketina derva 10 rojan hat qedexekirin

Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî ya Lîbyayê (UMH) ku li cem Neteweyên Yekbûyî (NY) meşrû ye, di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da ji roja înê pê va derketina derva 10 rojan qedexe kir.

Li Lîbyayê piştî ku hejmara kesên vîrus kişiyaye wan derket 35an, Komîteya Bilind a Têkoşîna Koronavîrusê li paytext Trablusê civîna çapemeniyê li dar xist. Hat gotin ku hin îstisnayên qedexeya derketina derva wê hebin, hemû bazarên zerzewade û goşt wê werin girtin, lê firin, hin dikan û wesayîtên xwarinfiroş wê vekirî bimînin. Bi şertê ku maskeyan bidin ber devê xwe welatî wê bikaribin di navbera 08.00 û 14.00î da bi tena serê xwe bigerin.

Wezîrê Tenduristiyê yê UMHyê Uhmîd bîn Omer jî got ku li welêt zêde talûkeya şewbê tuneye, lê welatî derdikevin derva û dicivin, seba vê jî hewceyî bi qedexeya derketina derva ya qismî çêbû. 

Li Lîbyayê berî niha jî biryar hatibû dayîn ku li gor saeta herêmî di navbera 18.00-06.00î da derketina derva hatibû qedexekirin, ev qedexe di 30ê adarê da cardin hatibû verastkirin û saet kiribûn 14.00-07.00î. Bi biryara dawîn va li welêt 10 rojan derketina derva hat qedexekirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE