Li Lîbyayê di nav milîsên Hefter da pevçûn derket

Li Lîbyayê di nav milîsên Hefter da pevçûn derket

Hat ragihandin ku li Sîrteya bajarê Lîbyayê di nav milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt da pevçûn derket.

General Ebdilhadî Dirahê Berdevkê Daîreya Operasyonên Hevpar a Cufra û Sîrteyê ya artêşa Lîbyayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Li Sîrteyê di nav milîsên Hefter da pevçûn derket.

Dirah destnîşan kir ku di pevçûnê da kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn, pevçûn di navbera milîsên bi navê Lîwaya Kaniyatê û Lîwaya Werşefaneyê yên Hefter da derket.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE