Li Lîbyayê gel dakete kolanan

Li Bîngaziya ku di destê milîsên Hefter da ye bi hezaran meriv derketin kolanan û rewşa aboriyê protesto kirin

Li Lîbyayê gel dakete kolanan

Li Bîngaziya bajarê Lîbyayê ya ku di destê hêzên çekdar ên Xelîfe Hefter da ye gel ji bo rewşa giran a jiyanê protesto bike daket kolanan.

Li Bîngaziyê bi hezaran xwepêşandêr derketin kolanan û ji ber ku mehane nayên dayîn, av û ceyran her tim tên birîn û aboriya wan nebaş e vê rewşê protesto kirin.

Di dîmenên ku di çapemeniya herêmî û li ser medyaya civakî tên weşandin da xwepêşandêr wêneyên Hefter û lastîkên wesayîtan dişewitînin û rêyan digirin.

Di xwepêşanan da dirûşmeyên "Em bijîn jî, bimirin jî em bi tenê rûmeta xwe dixwazin", "Şoreş, şoreş hey Bîngazî! Serweta te dizîn, hêvî nema" û "Tesîsên neftê vekin" hatin berzkirin.

Li Lîbyayê Xelîfe Hefter ji bo ku dijî hikûmeta Lîbyayê ya meşrû bi kar bîne ji çileya paşîn vir va bîrên neftê û tesîsên neftê yên li herêmên rojhilatê venake.

Ji ber ku milîsên Hefter neft dane sekinandin aboriya Lîbyayê ya ku ji sedî 90 neftê tê qezenckirin di nav 9 mehan da nêzîkî 10 milyar dolarî zirar dît.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE