Li Lîbyayê milîsên Hefter dîsa agirbest binpê kir

Artêşa Lîbyayê ragihand ku milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt dîsa agirbesta li welêt binpê kir û bi 10 fuzeyên Grad (BM-21) va êrîşî yekîneyên artêşê kirin.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji çavkaniyên artêşa Lîbyayê wergirt, milîsên Hefter bi dema herêmî di saet 22.30î da ber bi ciyên yekîneyên artêşê bi 10 fuzeyên Grad êrîş kirin.

Hat ragihandin, di binpêkirina agirbestê ya ji hêla milîsên Hefter da ziyana canî çênebû û tiştek bi techîzatan jî nehat.

- Piştî biryara agirbestê binpêkirina sêyemîn

Serokwezîrê Hikûmeta Lîbyayê Fayîz es-Serac û Aqîle Salihê Serokê Meclisa Nûneran a Tobrûkê yê alîgirê siyasî yê Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt, 21ê tebaxê ragihandibûn ku wan biryara agirbestê wergirt.

Ligel biryara agirbestê hêzên Hefter cara ewil 27ê tebaxê bi 12 fuzeyan, 2yê îlonê jî bi 6 fuzeyan êrîş kiribûn û agirbest binpê kiribû. Çavkaniyên artêşê ragihandin ku di van êrîşan da heta niha tu ziyaneke wan çênebû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE