Li Lîbyayê xwepêşanderan agir bi Meclisa Nûneran a li Tobrukê xistin

Li Lîbyayê xwepêşanderan agir bi Meclisa Nûneran a li Tobrukê xistin

Ciwanên xwepêşander ên Lîbyayî raserî Meclisa Nûneran a li bajarê Tobrukê ya li rojhilatê welêt kirin. 

Li gor xebera qenala televîzyonê ya Februarya ku navenda wê Lîbya ye komeke xwepêşander raserî Meclisa Nûneran kir û agir berdayê. Di çapemeniya herêmî da vîdeoyên nîşan didin ku ji parlementoyê dêman bilind dibin hatin parvekirin. 

Komeke ku ki ser çapemeniya civakî organîze bû bi dirûşmeya "Şoreşa Ciwaniyê" bang kiribû kudi 1ê tîrmehê da li hemû bajarên Lîbyayê çalakî bên kirin û bêîtaatiya sivîl bidin destpêkirin. Ciwan dixwazin ku şaxên birêvebirî û rêzikdanînê bên fesxkirin û rewşa derasayî bê îlankirin û li welêt hilbijartin demildest bên kirin. 

Îro li Meydana Şehîdan a paytext Trablusê jî bi sedan ciwan kom bibûn û çalakî dabûn destpêkirin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE