Li Libnanê di navbera polês û çalakvanan da rageşî

Di daxuyaniya Miduriyeta Hêzên Ewlekariya Navxweyî da hat diyarkirin ku koma li nêzî Cemiyeta Yekîtiya Bankeyan a li Beyrutê protesto dikir ji bo têkeve avahiyê êrîşî hêzên ewlekariyê kir.

Li Libnanê di navbera polês û çalakvanan da rageşî

Li Beyruta paytextê Libnanê di navbera çalakvanên rê birîn û hêzên ewlekariyê da rageşî derket, hat ragihandin ku di rageşiyê da ji herdu aliyan jî hin kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya Miduriyeta Hêzên Ewlekariya Navxweyî da hat diyarkirin ku koma li nêzî Cemiyeta Yekîtiya Bankeyan a li Beyrutê protesto dikir ji bo têkeve avahiyê êrîşî hêzên ewlekariyê kir.

Çalakvanên çûn Kolana Hamrayê ya Bankeya Navendî ya Libnanê lê ye bi kevir û fîşengên hewayê êrîşî şaxên bankeyan ên li herêmê kirin û zirar dan milkên taybet.

Di encama êrîşên çalakvanan da polêsekî payebilind jî tev hin wezifedarên hêzên ewlekariyê birîndar bûn û polêsan bi xaza rondikrêj midaxeleyî çalakvanan kirin.

Midûriyeta Hêzên Ewlekariya Navxweyî bangî çalakvanên aştiyane kirin ku bira ji Kolana Hamrayê dûr bisekinin.

Li gor xebera MNAya ajansa nûçeyan a fermî ya welêt, George Ketaneyê Midûrê Giştî yê Xaça Sor a Libnanê diyar kir ku di pevçûna polês û çalakvanan da 20 kesên birîndar bûne rakirin nexweşxaneyan.

Wekî MNAyê destnîşan kir ku Hêzên ewlekariyê hin çalakvanên li Kolana Hamrayê binçav kirin.

Ji ber krîza aboriyê û polîtîkayên bacê yên hikûmetê Serokwezîr Saad Heîrî di 29ê cotmeha 2019an da îstifa kiribû û hetanî avakirina hikûmeta teze Herîrî wezifeya xwe didomîne.AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE