Li Libnanê Necîp Mîkatiyê ji bo damezrandina hikûmetê hatibû wezîfedarkirin tevlî Serokomar Mîşal Avn rêziknameya damezrandina hikûmetê îmze kir.
Piştî teqîna li Bendergeha Beyrûtê hikûmeta Hassan Diyab di 10ê Tebaxa 2020î da îstifa kir û di 26ê Tîrmehê da jî ji bo damezrandina hikûmeta nû Serokwezîrê berê Mîkatî hat wezîfedarkirin û li Qesra Serokomariyê ya Baabdayê bi Avn ra hevdîtin kiribû.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya serokomariyê weşand Avn û Mîkatî ji bo lijneya wezîran a nû lihevkirin.
Dema îmze hatin avêtin Serokê Meclisê Nebîh Berrî jî li wê derê bû.
AA