Li Libyayê 22 ton teqemeniya ku piştî êrîşên Hefter mabû hat îmhakirin

Tîmên îmhakirina mayîn û teqemeniyan li başûrê Trablusê bi baldarî 22 ton teqemenî û moşek teqandin

Li Libyayê 22 ton teqemeniya ku piştî êrîşên Hefter mabû hat îmhakirin

Milîsên Xelîfe Hefter ên çekdar dema ji Trablusê hatin derxistin li dû xwe teqemenî û muhîmat hîştibûn ku artêşa Libyayê îmhakirina teqemeniyan didomîne.

Tîmên îmhakirina mayin û teqemeniyan ya artêşa Libyayê li başûrê Libyayê ji van teqemeniyan 22 ton îmha kir.

Tîman li 75 kîlomêtro başûrê Trablusê li herêma El Hîrayê ji dûr va teqemenî bi baldarî teqandin.

General Mihemed Seîd Musellemê Rayedarê Daîreya Bermayiyên Şer a Midûriya Endazyariya Eskerî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand muhîmatên ji cih û warên sivîlan hatibûn paqijkirin talûke ne.

Musellem got esker dizanin ewê çawa tevbigerin û baldar bin lê sivîl, zarok û malbat der barê teqemenî û moşekan da tiştekî nizanin û wiha dewam kir: "Dema ew dest didinê an jî li wan diqelibin teqîn çêdibin. Ji ber vê sivîl li gor eskeran zêdetir zirarê dibînin. Bi taybetî piştî pevçûnan gelek sivîlên vegeriyan malên xwe ji ber van teqemeniyan mirin."

Rayedarê Daîreya Endezyariya Eskerî Hemîd Hadî Şibanî jî der barê van teqemeniyan da wiha agahî da: "Di nav muhîmatan da 122 mm û 155 mm Howîtzer, moşekên RPGyê, moşekên Gradê, moşekên S-24an, mayîn û cebilxaneyên din hene. Tevahî 22 ton e."

Şibanî got ew ji bo îmhakirina moşek û mayinan hatine herêmê û ewê niha îmha bikin.

- Li pey êrîşên Hefter bi tonan teqmeniya dibe ku biteqe ma

Li Lîbyayê Xelîfe Hefter di 4ê nîsana 2019an da ferman da milîsên xwe ku Trablusê bi dest bixin li ser vê tundî û pevçûn zêde bibûn.Milîsên Hefter 14 mehan roket avêtibûn wargehên sivîlan, xwendingeh û nexweşxaneyên li peytextê.

Artêşa Lîbyayê ji bo "pêkanîna ewlehiya sivîlan" di 25ê adarê da ji parastinê derbasî êrîşê bû û herekata bi navê Bobelata Aştiyê dabû destpêkirin.

Artêşa Lîbyayê di 18ê gulanê da milîsên Hefter ji Baregeha Eskerî ya Watiyeyê derxist, di serê hezîranê da tevahiyê sînorên Trablusê û wargehên li rojavayê welêt ji milîsên Hefter paqij kirin.

Milîsên Hefter eskerên peretî yên Wgnera şirketa ewlekariyê ya Rûsyayê ji wargehên sivîlan ên li başûrê Trablusê vekişyan, li pey wan bi tonan teqemeniya wekî dafik hatiye danîn man.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lîbyayê ji ber mayîn û teqemeniyan herî kêm 50 sivîl mirin.

Wekî mayîn rayedarên artêşa Lîbyayê bangî gelê herêmê dikin ku hetanî herêm ji teqemeniyan neyê paqijkirin bira venegerin malên xwe.

- Bi sedan herî kes ji cî û warên xwe bûn

Piştî êrîşên Hefter birin ser Trablusê kêmzêde 200 hezar welatiyên Lîbyayê malên xwe terk kirin.

Li gor reqemenê Neteweyên Yekbûyî diyar kirin, di nav Lîbyayê da herî kêm 400 hezar kes ji cî û warên xwe hatin kirin.

Meqamên herêmî dibêjin ku hejmar ji vê zêdetir e.

Wekî mayîn tîmên îmheya mayîn û teqemeniyan ên Türkiyeyê yên ku li ser daweta meqamên Lîbyayê hatn welêt jî ji bo sivîl vegerin malên xwe piştgiriyê didin ekîbên paqijkirina teqemeniyên herêmî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE