Li Libyayê 3 kesên payebilind ên El Qaîdeyê hatin girtin

Hikûmeta Mutabaqatê ya Neteweyî daxuyand 3 kesên payebilind ên El Qaîdeya rêxistina terorê hatin girtin

Li Libyayê 3 kesên payebilind ên El Qaîdeyê hatin girtin

Hikûmeta Mutabaqatê ya Neteweyî (HMN) ya ku li Libyayê xwedî meşrûiyeteke navneteweyî ye daxuyand 3 kesên payebilind ên El Qaîdeya rêxistina terorê yên hewl didan li paytext Trablusê êrîşekî bikin, hatine girtin.

Li gor daxuyaniya HMNyê jê yek ji Cezayîrê 3 terorîstên der barê wan da biryara girtinê hebû li paytext Trablusê hatin girtin.

Hat gotin terorîstên nasnameyên wan nehatine eşkerekirin ji ber rewşa ewlehiyê ya ku kêm bûye hatine herêmê û ji bo sedema rewşa ewlehiyê ya ku kêm bûye jî êrîşên hêzên Xelîfe Hafter hatin nîşandan.

Di daxuyaniyên berê yên HMNyê da hatibû gotin çalakiyên hêzên Hafter dibin sedema rageşiyê û rê li ber komên terorê vedikin.

Hafter ji bo ku Trablusê bi dest bixe di 4ê nîsanê da fermana êrîşê dabû.

Li ser vê hêzên Hikûmeta Mutabaqatê ya Neteweyî (HMN) jî operasyona "Burkan el-Gadab"ê dabûn destpêkirin.

Di pevçûnên navbera wan da ji hezarî zêdetir kes mirin, ji 5 hezaran zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Ji sala 2011an vir va li Libyayê qeyrana meşrûiyetê dewam dike. Du hefte ye pevçûnên di navbera hêzên Hafter û HMNyê dewam dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Tîrmeh 2019, 11:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE