Li Libyayê aliyê Hefter agirbest qebûl kir

Banga Türkiye û Rusyayê ya ji bo agirbestê hat qebûl kirin.

Li Libyayê aliyê Hefter agirbest qebûl kir

Hêzên girêdayî Xelîfe Hefterê serokê derbekar ê li rojhilatê Libyayê banga Türkiye û Rusyayê ya ji bo agirbesta ku dê bi saeta herêmî di 12ê kanûna paşîn 00.00ê li Lîbyayê bi saeta Türkiyeyê jî di saet 01.00ê da dest pê bike qebûl kir.

Ehmed el-Mîsmariyê Berdevkê hêzên girêdayî Hefter di peyama bidîmen a ku ji ser hesabê çapemeniya civakî yê fermî weşand da ragihand ku "banga agirbestê ya ji bo operasyonên li rojavayê Libyayê qebûl dikin" lêbelê heke aliyê din agirbestê îxlal bike dê bi tundî bersiv bidin.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 17:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE