Li Libyayê bajarê Nalutê jî beşdarî seferberiya ji bo parastina Trablusê bû

Li Libyayê komên sivîl û eskerê yên ku li bajarê Nalutê dijîn gotin ew dijî êrîşên hêzên darbekar amade ne ku Trablusê biparêzin.

Li Libyayê bajarê Nalutê jî beşdarî seferberiya ji bo parastina Trablusê bû

Libyayê komên sivîl û eskerê yên ku li bajarê Nalutê dijîn gotin ew dijî êrîşên hêzên darbekar amade ne ku Trablusê biparêzin.

Meclisa Eskerî ya Bajarê Nalutê û şoreşgerên bajêr der barê Trablusê da daxuyaniyek da û gotin ew ê paytext Trablusê biparêzin û e wê piştgiriyê bidin Hikûmeta Mutebaqata Neteweyî (UMH) ya rêveberiya meşrû.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ew ê bona parastina Trablusê tişta ji destê wan tê wê bikin û bona alîkariya dewleteke demokratîk û sivîl jî bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.

Serokê hêzên çekdar ên li rojhilatê Libyayê Xelîfe Hafter ji bo ku Trablusê bi dest bixe di 4ê nîsanê da fermana êrîşê dabû, li ser vê operasyon hatibû destpêkirin.

General Hafterê darbekar herî dawîn di 12ê Çileya Pêşîn da ferman dabû ku êrîşî Trablusê bê kirin.

Li ser vê Mîstara di serî da li 9 bajaran seferberî hatibû îlankirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE