Li Libyayê hêzên hikûmetê ji bo Terhuneyê bistînin operasyon dan destpêkirin

Piştî ku hêzên hikûmetê milîsên Hefter di hezîrana 2019an ji Giryanê derxistin milîsên Hefter Terhune ji xwe ra kirin navenda kombûn û amadehiyên êrîşan.

Li Libyayê hêzên hikûmetê ji bo Terhuneyê bistînin operasyon dan destpêkirin

Hêzên hikûmeta Libyayê ji bo Terhuneya li başûrê rojhilatê Trablusê paşda bistînin li dijî milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt operasyon dan destpêkirin.

Hêzên Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya Neteweyên Yekbûyî meşrû dibîne  ji bo Terhuneya 65 kîlomêtro li başûrê rojhilatê Trablusê paşda bistînin li dijî milîsên Hefterê operasyon dan destpêkirin.

Çavkaniyê eskerî yê nexwest navê wî were zanîn ê HMNyê diyar kir ku ji gelek aliyan ra operasyon birin ser Terhuneya milîsên Hefter ji bo êrîşên li dijî Trablusê wekî navend bi kar tînin.

Piştî ku hêzên hikûmetê milîsên Hefter di hezîrana 2019an ji Giryanê derxistin milîsên Hefter Terhune ji xwe ra kirin navenda kombûn û amadehiyên êrîşan. 

NYyê di 22yê adarê da ji ber nexweşiya Kovîd-19ê "agirbesta însanî" pêşniyazî aliyên li Libyayê kiribû.

HMNyê pêşniyaz qebûl kiribû, Hefter jî îlan kiribû ku banga agirbestê qebûl dike lêbelê çend deqîqe şûnda bi roketan êrîşî Trablusê kiribû.

Di 23yê adarê da waqieya ewil a Kovîd-19ê li Libyayê hatibû tesbîtkirin û rojekê şûnda milîsên Hefter êrîşeke mezin birin ser wargehên Trablusê.

Yekîneyên HMNyê di 25ê adarê da diyar kiribûn ku ji bo ewlehiya sivîlan ji asta parastinê derbasî asta êrîşê dibin û Operasyona Bobelata Aştiyê dan destpêkirin.

Hêzên hikûmetê di 13ê nîsanê da 8 wargehên li rojavayê welêt ji milîsên Hefter xilas kiribûn û kêmzêde 3 hezar kîlomêtroqere erd paşda sitandibûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE