Li Libyayê hêzên hikûmetê li konvoya ku ji milîsên Hefter ra cebilxane dibir xist

Berdevkê yekîneyên girêdayî HMNyê Yarbay Mihemed Kununu di daxuyaniya xwe ya ji Navenda Çapemeniyê ya Operasyona Volkana Hêrsê da diyar kir ku hêzên asîmanî yên girêdayî HMNyê li ser rêya di navbera herêmên El-Karyat û Nesemeyê konvoya ku cebilxane dibir hedef girt.

Li Libyayê hêzên hikûmetê li konvoya ku ji milîsên Hefter ra cebilxane dibir xist

Hikûmeta Mutebaqata Neteweyî ya Libyayê ya ku li ba Neteweyên Yekbûyî (NY) nûnerê meşrû ye li başûrê paytext Trablusê êrîşa asîmanî bir ser konvoya ku ji bo milîsên girêdayî Xelîfe Hefter cebilxane dibir.

Berdevkê yekîneyên girêdayî HMNyê Yarbay Mihemed Kununu di daxuyaniya xwe ya ji Navenda Çapemeniyê ya Operasyona Volkana Hêrsê da diyar kir ku hêzên asîmanî yên girêdayî HMNyê li ser rêya di navbera herêmên El-Karyat û Nesemeyê konvoya ku cebilxane dibir hedef girt.

Kununu got konvoya ku ji bo milîsên Hefter yên li başûrê Trablusê û Terxuneyê sewqiyat dikir ji kamyonek û 4 wesayîtên pê ra pêk dihat.

Hêzên HMNyê ji bo ku bajarê Terxuneya ku milîsên Hefter di êrîşên xwe yên dijî paytetxê da wekî navenda herekat û îkmalê bi kar tînin paşva bistînin hefteya borî operasyon dabûn destpêkirin. Li dora bajêr hin herêm ji milîsan hatibûn paqijkirin û ji sedî zêdetir hêmanên çekdar ên girêdayî Hefter hêsîr hetibûn girtin.

Di van demên dawîn di nav Libyayê da gelek herêm ji milîsên girêdayî Hefter hatibûn sitandin û milîs şikestibûn. Milîsan cî û warên sivîl ên paytextê bêyî hedef bombebaran kiribûn. Hêzên hikûmetê îlan kiribûn ku ji bo rêlibergirtina van operasyon dan destpêkirin û li eniyên li başûrê paytextê pevçûn qewimîbûn.

Hefter di daxuyaniya xwe ya roja duşemê da îdia kiribû ku "hikmê Peymana Suheyratê ya ku bi himayeya NYyê hat îmzekirin nemaye û birêvebirî bi dest xistiye" û koma çekdar a bi navê Artêşa Neteweyî ya Libyayê ya girêdayî wî "dê hemû welêt hilde bin kontrola xwe."

Hefter berê jî teşebûsên derbeyê yên eşkere kiribû ku "dest daniye ser rêveberiyê".AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE