Li Libyayê hêzên General Xelîfe Xefter bi moşekan va êrîşî herêmên Selahadîn û Er Ramleyê yên li başûrê Trablusê ne, kirin.
Berdevkê Hikûmeta Mutebeqata Neteweyî (HMN) Mihemed Kununu der barê êrîşê da daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Navenda Çapemeniyê ya Operasyona Burkan el-Gadabê ev daxuyanî weşand.
Di daxuyaniyê da Kununu got milîsên Xefter bi moşekan va êrîşî Selahadîn û Er Ramleyê kirin.
Kununu daxuyand eskerên bipere li herêmê bi cih bûne, wesayîta bêmirov ya Mîrektiyên Ereban a Yekbûyî jî li esmanê Trablusê difire.
Kununu anî ziman eskerên HMNyê xwedî wê hêzê ne ku bersivê bidin milîsên Xefter û bangî gelê ji herêmê koç kirine, kir û got heta pevçûn neqedin venegerin malên xwe.
Peymana agirbestê ya bi hewldana Tirkiye û Rûsyayê va hatibû amadekirin rojek berê li Moskovayê ji hêla HMNyê va hatibû îmzekirin, lê Xefter peyman îmze nekiribû û serê sibê ji Moskovayê veqetiyabû.
Akîle Salihê Serokê Nûnerên navenda wê Tobruk e ya ku aligirê Xelîfe Xefter e jî demek berê daxuyandibû agirbest dawî bûye û şerê dewam bike.
AA