"Li Libyayê ji 7 hezarî zêdetir endamên Wagnerê ya Ûris hene"

Mişrî di axaftina ji ser înternetê bi hin aktîvîst û rojnamegeran ra kir da got ku Rûsan dixwest li Afrîkaya Bakur xwe nîşan bidin û ev fersend jî li Libyayê derket pêş wan.

"Li Libyayê ji 7 hezarî zêdetir endamên Wagnerê ya Ûris hene"

Serokê Konseya Bilind a Dewleta Libyayê Xalid el-Mişrî diyar kir ku li welêt ji 7 hezarî zêdetir endamên Wagnera şirketa ewlehiya Ûris a bi peretî dixebitin, hene.

Mişrî di axaftina ji ser înternetê bi hin aktîvîst û rojnamegeran ra kir da got ku Rûsan dixwest li Afrîkaya Bakur xwe nîşan bidin û ev fersend jî li Libyayê derket pêş wan.

Di berdewamiya axaftina xwe da Mişrî got: "Niha li Libyayê ji 7 hezarî zêdetir eskerên peretî yên Wagnerê hene û balafirên wan jî hene. Ev di heman demê da li Sîrte û Cufrayê jî hendekan dikolin."

Eskerên peretî yên girêdayî Wagnera şirketa ewlehiya Ûris ji sala 2019an vir va li Libyayê ne. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE