Li Libyayê ji bo Hafter biryara qefaltinê derket

Li Libyayê Serdozgeriya Eskerî ji bo 4 fermandarên ku Xelîfe Hafter jî di nav wan da cih digire biryara qefaltinê derxist

Li Libyayê ji bo Hafter biryara qefaltinê derket

Li Libyayê Serdozgeriya Eskerî ji bo Xelîfe Hafterê ku lîderê hêzên li rojhilatê welêt in û 3 fermandarên teqawidbûyî ji ber sûcên welatî revandin û kuştinê biryara qefaltinê derxist.

Di daxuyaniya Serdozgeriya Eskerî da hat gotin ku tevlî Hafter ji bo Tuxgeneral Awn el-Fercanî, Mîralay Er-Rezzaq en-Nazûrî û Eş-Şarif Mesud Daw ên ku teqawîd in biryara qefaltinê hat derxistin.

Hat gotin ku di 24ê Îlonê da li paytext Trablûsê ji hêla komeke bi eslên xwe Ûris bûn û di bin kontrola van kesan da bûn çalakiya revandin û kuştinê qewimî. Ji ber encama gilî û gazinên der heqê wan çalakiyan da ev biryar hat derxistin.

Xelîfe Hafterê ku lîderê hêzên li rojhilatê welêt in di 4ê Nîsanê da ji bo bidestxistina paytext Trablûsê emrê êrîşê dabû û li ser vê yekîneyên UMHyê ku xwedî meşrûiyeta navnateweyî ye jî li dijî vê yekê bi navê Burkan el-Gadabê va dest bi operasyonê kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 15:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE