Li Libyayê hêzên girêdayî Xelîfe Hefter ên ku Meclisa Nûneran a li Tobruqê piştevaniya wan dike, kontrola Qada Neftê ya Fîlê a li bajarê Ubariyê girtin destê xwe.
Berdevkê hêzên Hefter Ehmed Mismarî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku bê şer û pevçûn kontrola Qada Neftê ya Fîlê girtine destê xwe.
Mismarî anî ziman ku dê di rojên pêş de asayişa qada neftê teslîmî Yekîneya Pasevanên Tesîsên Neftê a Tugayên Zîntanê ku girêdayî wan e, bikin.
Hêzên Hefter nêzîka berî 2 hefteyan jî ragihandibû ku bi temamî kontrola Şerareyê ya ku qada herî mezin a neftê ye li başûrê wî welatî, girtine destê xwe.AA