Li paytextê Îngiltereyê Londonê, bi hezaran kes ji ber giranbûna bihayan meşiyan û ji hikûmetê xwest ku meaşên wan serast bikin da ku bikaribin li hemberî enflasyonê têbikoşin.
Xwepêşandana ku ji hêla Yekîtiya Sendîkayan (TUC) hat organîzekirin, li Portland Placeê dest pê kir û bi beşdariya bi hezaran kesî va gihîşt Meydana Parlamentoyê.
Hin xwepêşandêran dovîzên wekî "Êdî bes e", "Meaşan zêde bikin, faturayan daxin", "Ji bo herkesî maleke ewle" bilind kirin û gelek carî durişmên dijî hikûmetê berz kirin.
Li Îngiltereyê di meha nîsanê da enflasyon bi tesîra zêdebûna bihayê enerjî û xurek va gihîştibû ji sedî 9an ku ev yek asta herî bilind a 40 salên dawîn e.
AA