Li Londrayê bi deh hezaran kes seba avhewayê meşiyan

Li Londrayê bi deh hezaran kes seba avhewayê meşiyan

Li Londraya paytextê Îngiltereyê bi deh hezaran kes di 6ê Mijdarê Roja Çalakiyê ya Avhewaya Kurewî xwepêşandin li dar xist û bangî welatan kirin ku di têkoşîna krîza avhewayê da polîtîkayên xurtir bisepînin.

Ji grûbên cuda xwepêşandêr li Baxçeyê Finsbury Sirkiyê civiyan didestê wan da pankartên ku li ser "Ji bo guherîna avhewayê têkeve dewrê", "Em paşerojeke baş dixwazin" nivîsandî va meşiyan Meydana Trafalgarê.

Xwepêşandêran xwest ku di Konferansa Aliyan a 26emîn a Peymana Çarçoveyê ya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP26) da seba hawirdorê biryarên baş werin dayîn.

Aktîvîsta avhewayê Suzan a ji protestovanan yek bû daxuyanî da û got ku dewlemend zirarê didin sirûştê û lazime hikûmet barên bacê yên li ser pişta wan zêdetir bike û bo vê bang kir.

Ji pîşeyên cihê gelek koman piştevanî dan çalakiyê û ji Jamesê ji tîma agirkujiyê bû jî got ku ew timî mudaxaleyî bûyerên bi lez û bez dikin û ji ber ku qeyrana avhewayê mijareke bi lez e divê hikûmet jî demildest mudaxaleyî mijarê bikin û ew jî di bangewaziya xwe da li ser vê mijarê sekinî.

Cihûyên Ortodoks ên Tundraw û Piştgirên Filistîniyan jî di çalakiyê da pankartên li serê "Îsraîl dewleteke terorê ye" bilind kirin û vî welatî protesto kirin. Ji protestovanan hin kesan jî li çepika xistin û piştgirî dan Cihûyên Ortodoks ên Tundraw.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE