Li Londrayê ji bo Îdlibê ketin greva birçîbûnê

Greva birçîbûnê ya ji bona xelkê Îdlibê li gelek welatan dest pê kir li Londrayê dewam dike.

Li Londrayê ji bo Îdlibê ketin greva birçîbûnê

Li Londraya paytextê Îngilistanê ji bona xelkê Îdlibê ku di bin bombebarana rejima Sûriyeyê û alîgirên wê da ye ketine greva birçîbûnê.

Greva birçîbûnê ya ji bona xelkê Îdlibê li gelek welatan dest pê kir li Londrayê dewam dike.

Aktivîstên li ber avahî û ofîsa Serokwezîriyê ku jê ra dibêjin "Nimroya 10an" greva birçîbûnê dikin ji hikûmeta Îngilistanê dixwazin ku ji bona êrîşan bidin sekinandin bikeve dewrê.

Shaza Abuwiddoya aktivîsta ji Sûriyeyê ku di grevê da ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir nîvê nifûsê Îdlibê ji zarokan pêk tê û got ku rejima Esed û alîgirên wê her dem êrîşî Îdlibê dikin.

Abuwiddoyê diyar kir bi greva birçîbûnê dixwazin balê bikşînin ser vê dramê û û got ku Îdlib di bin talûkeya qeyrana însanî da ye û divê tiştek bê kirin.

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE