Li Louîsîanaya eyaleta Amerîkayê hejmara kesên ku di bahoza Îdayê da mirin derkete 26an

Li Louîsîanaya eyaleta Amerîkayê hejmara kesên ku di bahoza Îdayê da mirin derkete 26an

Li Louîsîanaya eyaleta Amerîkayê hejmara kesên ku di bahoza Îdayê da mirin derkete 26an.

Li gor agahiya rayedarên tenduristiyê ya bajarê New Orleansê, li herêmê 11 kesên din jî ji ber bahoza Îdayê mirin û hejmara miriyan gihîşt 26an.

Hat gotin kesên mirine jê gelek kal û pîr in û ceyran di serî da ew ji ber kêmasiya hewcedariyên eslî û germê mirine

Qedexeya derketina derva ya di navbera saet 20.00 - 06.00î da ya du roj piştî bahozê dest pê kiribû dawî bû.

Li tevahiya Louîsîanayê 342 hezar kes hê bê ceyran in û 250 hezar xwendekar jî ji ber ku mektebên wan zirar dîtiye perwerdeyê nabînin.

Bahoza Îdayê ya ku hêza wê 4 e di 29ê tebaxê da ji 240 kîlomêtroyî zêdetir lezê va çêbûbû. Li eyaletên Louîsîana, Mississippi û Alabamayê ewil 4 kes miribûn, lê paşê hejmara miriyan gohîştibû 15yan.

Li herêmê mala gelek kesan zirar dîtibû û hatibû gotin hatina ceyranê wê 3 hefteyan bikşîne.

Li eyaletên bakurê rojlihat jî ji ber bahoza ku hêza xwe kêm kir û baranê herî kêm 50 kes miribûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE