Li Lubnanê Wezîra Edaletê Mari Kloud Necmê jî piştî teqîna tundî ya li Lîmana Beyrûdê îstifa kir.
Wezîr Necmê beriya civîna Lijneya Wezîran îstifaya xwe eşkere kir. Îro ji bo nirxandina geşedanên piştî teqîna mezin civîna Lijneya Wezîran tê payîn.
Necmê diyar kir ku wê li ser teqîna li Lîmana Beyrûdê û protestoyên ku li paytextê hatin lidarxistin, ev biryar da. Duh jî Wezîra Enformasyonê Menal Ebdussamed û Wezîrê Hawirdorê Damianos Kattar îstifa kiribûn.
Herwiha çend saet şûnde Wezîrê Darayî yê Lubnanê Gazi Vezni jî îstifa kir
Ji bo berteka teqîna li Beyrûdê heta niha ji bilî wezîran 6 parlamenteran jî îstifa kiriye.
Teqîna li Lîmana Beyrûdê
Li Lîmana Beyrûdê di 4ê Tebaxê di embara 12 Nimreyî da ewilî agir derketibû û paşê jî teqîneke li seranserê Bêrûdê hat hîskirin çêbûbû. Di teqînê da 158 kes miribûn, nêzî 6 hezar kesî jî birîndar bûbûn.
Serokomarê Lubnanê Mîşel Ewn diyar kiribû ku, di teqîna li Lîmana Beyrûdê da 2 hezar û 75 ton amonyum nîtrata ku 6 sal e di depoyekê da bû, teqiya.AA