Li gor nûçeyên çapemeniya Malezyayê li bajarê Balîngê ji par pê va di şîkevtên Kelambu, Tembus û Akarê da xebatên arkeolojiyê tên kirin, di van xebatan da hin alavên 17 hezar salî hatin dîtin.
Berhemên hatin dîtin şandin Enstîtuya Şaristaniyê û Dinyaya Malayê, Zanîngeha Neteweyî ya Malezyayê û şaxa jeolojiyê ya Zanîngeha Malayayê.
Li gor agahiyên ewil ev alav alavên beriya 17 hezar salan in û dibe ku ji heyama kevir a xeritandî mabin.
Rayedaran daxuyand li herêmê xebat wê dewam bikin, di meha sibatê da jî dibe ku alavên nû bên dîtin.
AA