Li Maliyê 5 meh piştî derbeyê cuntaya eskerî hat fesixkirin

Li Maliyê 5 meh piştî derbeyê cuntaya eskerî hat fesixkirin

Li Maliyê Konseya Neteweyî ya Rizgariya gel (CNSP) ya ku piştî derbeya di 18ê tebaxê hat kirin hatibû avakirin bi biryarnameyê hat fesixkirin.

Di biryarnameya bi îmzeya Bah N'Dawê Serokomarê pêvajoya derbasbûnê da hat ragihandin ku CNSP hat fesixkirin.

Dihat payîn ku CNSP piştî ku aktorên pêvajoya derbasbûnê bên diyarkirin bê fesixkirin.

Serokomar N'Daw û alîkarê wî di heman demê da serokê CNSPyê Assîmî Goîta di 25ê îlonê da sond xwaribûn û dest bi peywirê kiribûn. N'Daw piştî çend rojên din jî Moctar Ouane anîbû ser peywira Serokwezîrtiyê.

Di serê meha kanûna pêşîn jî konseya derbasbûnê ya ku peywira meclisê hilda ser xwe hatibû avakirin. Malîck Dîawê mirovê duyemîn ê cuntaya eskerî anîbûn ser konseyê.

Digel van hemû geşedanên diqewimin fesixkirina CNSPyê bibû sedema rexneyan.

Di lûtkeya asayî ya ku Civaka Aboriyê ya Dewletên Afrîkaya Rojava (ECOWAS) di 23yê rêbendanê li dar xist da jî fikarên der barê mijarê da anîbûn ziman.

- Derbeya eskerî

Di 18ê tebaxê da komeke esker li Leşkergeha Katiyê ku 15 kîlomêtro dûrî Bamakoyê ye û di sala 2012an da ji bo ji peywir dûrxistina Amadou Toumanî Toureyê Serokomarê heyamê roleke girîng lîstibû bi wesayîtên eskerî hatibûn paytext.

Serokomar Îbrahîm Boubacar Keîta piştî nîvro ji avahiya wî hildabûn û biribûn qişleya Katiyê û serokomar nîvê şevê ji televîzyona dewletê ragihandibû ku îstifa kiriye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE