Li Maliyê avahî tep bû: 15 mirî

Li Bamakoya paytextê Maliyê avahiyek tep bû û 15 kes birîndar bûn.

Li Maliyê avahî tep bû: 15 mirî

Hat ragihandin ku li Bamakoya paytextê Maliyê avahiyek tep bû û 15 kes birîndar bûn.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmê li taxa Banconî Salembougoyê avahiyeke 3 qatî ya ku hê înşeat e ji ber sedemeke nayê zanîn xira bû.

Di daxuyaniya ku ji Wezareta Ewlehî û Parastina Sivîlan hat dayîn da hat diyarkirin ku 15 kesên di avahiyê da dijiyan mirin, 38 kes jî ji bin enqazê sax hatin xilaskirin.

- Dewletê ji bo malbatên mexdûran soza piştgiriyê

Rayedaran piştî bûyerê ji bo malbatên kesên mirin soza alîkariyê dan.

Li Maliya ku lê avahiyên qaçax hene gelek caran avahî tep dibin.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 14:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE