Li Maliyê di encama êrîşeke bibombe de 3 eskerên Fransî hatin kuştin

Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Elyseeyê de hat destnîşankirin ku li herêma Homboriya Maliyê li dijî wesayiteke zirxdar a eskerên ku di çarçoveya operasyonê de li wê deverê erkdar in de, êrîşeke bibombe hat lidarxistin.

Li Maliyê di encama êrîşeke bibombe de 3 eskerên Fransî hatin kuştin

Li Maliyê 3 eskerên Fransî ku di arçoveya Operasyona Barkhaneyê de erkdar bûn, di encama êrîşeke bibombe ya li dijî wesayita wan de hatin kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Elyseeyê de hat destnîşankirin ku li herêma Homboriya Maliyê li dijî wesayiteke zirxdar a eskerên ku di çarçoveya operasyonê de li wê deverê erkdar in de, êrîşeke bibombe hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama teqînê de 3 eskeran canê xwe ji dest da.

Ji aliyekî din ve di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê de hat gotin ku êrîş vê sibehê hatiye kirin.

Fransayê di çarçoveya operasyona Barkhaneyê ya ku sala 2014an destpê kiribû, li Malî, Burkîna Faso, Nijer û Çadê yên li herêma Sahelê, 5 hezar û 100 esker wezîfedar kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE