Li Maliyê koma çekdarê êrîşî gund kir: 115 kuştî

Li Maliyê komeke çekdar êrîşî civaka Fualînî kir û di êrîşê de 115 kes mirin

Li Maliyê koma çekdarê êrîşî gund kir: 115 kuştî

Li Maliya ji welatên Afrîkaya Rojava li aliyên navîn ên ku lê pevçûnên etnîk ên nav qabîleyan diqewimin komeke çekdar êrîşî civaka Fulanî kir û di êrîşê de 115 kes mirin.

Serokê Komeleya Fulanî Tabîtal Pulaakoyê Ebdulezîz Dîallo got ku milîsên endamê koma Dogonê berdestê sibê êrîşî gundê Egossagouyê kirin û jinên ducanî û zarok jî di nav da 115 kes mirin.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de mixtarê gundê Egossagou û neviyên wî jî hatin kuştin.

Endamên koma Dogonê Fulaniyan sûcdar dikin ku piştgiriyê didin milîtanên bi komên terorê ra têkildar in ên li bakurê welêt.

Fulanî bêtir li aliyê navîn ê Maliyê dijîn û piraniya wan şivan in û Fulanî di van salên dawîn da ji ber bûyerên terorê yên ku li herêmê diqewimin rastî êrîşên cur bi cur tên.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE