Li Maliyê êrîşa terorê: 30 kuştî

Li gor daxuyaniya Hêzên Çekdar a Maliyê (FAMA) nêzîkî Tabankorta bakurê bajarê Gaoyê li hemberî eskerên li ser sînor bi eskerên Nîjer ra dewriya digeriyan êrîş hat kirin.

Li Maliyê êrîşa terorê: 30 kuştî

Li bakurê Maliyê di êrîşa li hemberî yekîneya eskerî da 30 esker hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Hêzên Çekdar a Maliyê (FAMA) nêzîkî Tabankorta bakurê bajarê Gaoyê li hemberî eskerên li ser sînor bi eskerên Nîjer ra dewriya digeriyan êrîş hat kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin 30 esker hatin kuştin, gelek birîndar bûn û rewşa 10 eskeran jî giran e.

Hat gotin gelek muhîmat zayî bûye û di pevçûnê da 17 terorîst jî hatine berterefkirin.

- Li Maliyê bûyerên tundiyê

Li bakur û navenda welêt ji sala 2012an vir va pevçûn û êrîşên terorê çêdibin.

Fransayê di bin navê "Operasyona Barkhaneyê" li Maliyê 4 hezar esker wezîfedar kir ku ew ewlehiyê pêk bînin. Ev esker û hêzeke bi serkêşiya Neteweyên Yekbûyî ya ji 15 hezar kesan pêk tê hatiye avakirin hê jî bi ser neketin ku li Maliyê ewlehiyê pêk bînin.AA

Dîroka nûkirinê: 20 Mijdar 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE