Li Meclisa Federal a Zelandaya Nû ji bo qurbanên terorê Quran hat xwendin

Li gor xebera TVNZya weşana raya giştî ya Zelandaya Nû, li Meclisê di rûniştina ewil a piştî êrîşa terorê da bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kirin.

Li Meclisa Federal a Zelandaya Nû ji bo qurbanên terorê  Quran hat xwendin

Li Meclisa Federal a Zelandaya Nû ji bo kesên ku di êrîşa terorê ya li dijî du mizgeftên li Christchurcha bajaroka welêt da hatibûn kuştin Qurana Pîroz hat xwendin.

Li gor xebera TVNZya weşana raya giştî ya Zelandaya Nû, li Meclisê di rûniştina ewil a piştî êrîşa terorê da bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kirin.

Mela Nîzamul Heq Thanvî li kursiyê Meclisê ayetên 153-156an ên Sûretê Beqereyê xwend. Paşê Mela Tahir Navaz bi Îngilîzî meala ayetan xwend. Di ayetên hatin xwendin da wiha tê gotin: 

"Gelî kesên bawerî anîne! Bi sebir û nimêjê alîkariyê bixwazin. Bêguman Xwedê li cem sebirkaran e. Ji yên di rêya Xwedê da tên kuştin ra nebêjin 'mirî', lewra ewna sax in lê hûn tênagihêjin. Bi sond em ê we hinekî bi tirs, hinekî bi birçîbûn, hinekî jî bi kêmkirina ji mal, can û beran biceribînin, Mizginiyê bide yên sebir dikin. Ewana dema mûsîbetek tê serê wan dibêjin, “Em aîdê Xwedê ne û em ê bal bi Wî va vegerin."

TVNZyê di malpera xwe da vîdeoya xeberê jî weşand û di xeberê da got, "Diayê ku mela xwend di nav parlamentoyê da belav bû zingînî ji parlamentoyê anî."

Trevor Mallardê Serokê Meclisê jî got, "Îro wekî nîşana yekîtî û bihevrabûna me min ji serokên komên dînî xwest ku bi min ra werin salona Meclisê. Ji ber vê îro diayê vekirinê ew ê ji ya normal cuda be."

- Ji Arderna Serokwezîr "Esselamun eleykum"

Piştî vekirinê li ser navê hikûmetê axaftina ewil Arderna Serokwezîr kir û got "Esselamun eleykum".

Ardernê kesên ku di êrîşê da hatin kuştin bi bîr anî û got, "Ew welatiyên Zelandaya Nû bûn, ew em bûn. Ji ber ku ew em bûn em şîna wan dikin."

Ardernê serxweşî da malbatên kesên hatin kuştin û wiha axivî: "Îmkan tune ku ji hemû hêlan va êşa we pare vekin lêbelê em ê di her astê da li cem we bin."

Ardernê ji ber ku hewl dan terorîst bidin sekinandin û ew derdestkirin jî ji polêsan ra sipas kir.

Li Christchurcha bajaroka Girava Başûr a Zelandaya Nû di 15ê adarê da di dema nimêja înê da êrîşa terorê biribûn ser mizgeftên El Nur û Lînwoodê û di êrîşê da 50 kes hatibûn kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Adar 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE