Li Meclisa Nûneran a Amerîkayê 2 jinên Misliman

Namzeda jin a Misliman a sergirtî ya ewil...

Li Meclisa Nûneran a Amerîkayê 2 jinên Misliman

Rashîda Tlaîba eslê wê ji Filistînê ye û Ilhan Omara eslê wê ji Somaliyê ye di hilbijartinên li Mîchîgan û Mînnessotaya eyaletên Amerîkayê da bi ser ketin bûn "jinên Misliman en endamê Meclisa Nûneran ên ewil."

Li welêt hilbijêr ji bo 35 kursiyên Senatoyê û 435 kursiyên Meclisa Nûnera çûn ser sandiqê Tlaîb û Omara namzedên Partiya Demokrat serfirazî îlan kirin.

Der barê John Conyersê endamê Meclisa Nûneran ê Demokrat da îdiayên destdirêjiyê derketibûn û îstifa kiribû, li hemberî wî jî namzedekî Komarparêz ranebibû ji ber vê dihat gotin Tlaîba ku li herêma 13an a Mîchîganê bû namzed ew ê teqez qezenc bike.

Rashîda Tlaîbê beriya hilbijartinê daxuyanî dabû medyaya Amerîkayê û gotibû, "Armanca min ew nîne ku bi baweriya xwe li Meclisê pesnê xwe bidim, wekî ku ji her kesî ra dibêjin armanca min ew e ku bi rêya xizmeta raya giştî va Îslamê temsîl bikin."

Namzeda jin a Misliman a sergirtî ya ewil

Wekî mayin Ilhan Omara eslê wê ji Sûdanê ye ya li herêma 5an a Mînessotayê kete hilbijartinê jî li hemberî Jennîfer Zîelînskiya raqîba xwe ya Komarparêz bi ser ket û bû endama Kongreya Amerîkayê

Omara ku endama jina Misliman a sergitî ya ewil a Meclisa Nûneran a Amerîkayê bû derbasî dewsa Keîth Ellîsona namzeda Misliman a heman herêmê bû.

Ilhan Omara ku di 12 saliya xwe da hatibû Amerîkayê û 4 salan li kampên penaberan mabû diyar kiribû ku ew ê li dijî polîtîkayên Donald Trumpê Serokomarê Amerîkayê yên li ser penaberiyê têkoşîna xwe bidomîne, paşê jî poltîkayên wekî kontrola sîlahan û sîstema tenduristiyê ya carekî biparêze.AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2018, 17:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE