Li Mekkeyê ji yekşemê pê va normalîzebûn wê dest pê bike

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî, li Mekkeyê ji bo vegera jiyana normal du merhale wê werin şopandin. 

Li Mekkeyê ji yekşemê pê va normalîzebûn wê dest pê bike

Rêvebiriya Erebistana Siûdî ji bo ku tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) sist bike û vegere jiyana normal "plana xwe ya normalîzebûnê ya du merhale" eşkere kir ku ev plan ji yekşemê pê va têkeve rewacê. 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî, li Mekkeyê ji bo vegera jiyana normal du merhale wê werin şopandin. 

Li gor daxuyaniyê merheleya ewil wê 31ê gulanê roja yekşemê dest pê bike û 3 hefteyan bidome, seba merheleya ewil destûra ketin û derketina Mekkeyê wê were dayîn û di navbera saetên 06.00-15.00î da destûra derketina derva wê were dayîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li Mescida Heramê nimêja înê di serî da kirina nimêjên cimaetî wê li gor tevdîrên tenduristiyê werin dewam bikin.

Merheleya duyemîn jî wê piştî 21ê hezîranê dest pê bike û di vê çarçoveyê da di navbera saetên 06.00-20.00î da destûra derketina derva wê were dayîn.

Li gor biryarê ku hatine dayîn, cihên wek berber û kuaforan ku mesafeya xweparastinê nayê sepandin, destûra vekirina wan nayê dayîn, di şîn û şahiyan da jî herî zêde 50 kes wê bicive.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE